Di civîna Yekîtiya Saredariyên Tirkiyeyê de aloziya sermezarkirina qeyûm
PeyamaKurd - Hevşaredarê Mêrdînê Ahmed Turk ku wek şaredarê Mêrdînê beşdarî civîna Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ya bi mebesta hilbijartina Serokatiya Giştî ya yekîtiyê bû, di axaftina xwe de ji bo qeyûmtayînkirina Şaredariya Colemêrgê bertek nîşan da û vê biryarê şermezar kir.
Di kêliya ku Ahmet Turk diaxivî de hin şaredarên bajarên Tirkiyeyê bertek nîşanî Ahmet Turk dan û alozî derket.,
Ahmet Turk di axaftina xwe de got: "Mixabin îro em dibînin ku vîna gel tê tepisandin. Ez bi tundî ji kar avêtina Şaredarê me yê Colemêrgê şermezar dikim."
Di wê kêliyê de hin şaredaran bertek nîşanî Ahmet Turk dan û gotin "Em şermezar nakin" û li hola hilbijartinê alozî derket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin