Biden: Trump gefan li Amerîkiyan û demokrasiya wê dixwe!
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden, ji bo serokê berê Donald Trump ku xwe ji bo namzediya hilbijartinên 2024an amade dike got, Trump gelek gefan li Amerîka û demokrasiya wê dixwe.
Biden li ser platforma medyaya civakî Xê de wiha got: “Trump, di nav de mafê bijartinê, mafên sivîl, mafê dengdanê û cihê Amerîka li cîhanê, gelek gefan li welatê me dixwe. Lê metirsiya herî mezin li ser demokrasiya me ye. Ger em vê winda bikin, em her tiştî winda dikin.”
Trump di axaftina xwe ya dema kampanyaya hilbijartinê ya hefteya borî li New Hampshire de, ji bo koçberan got: “Xwîna welatê me jehrî dikin. Ya ku kirin jî ev e. Ne tenê li Amerîkaya Başûr, li seranserê cîhanê nexweşxane û girtîgehan jehrî dikin. Ji seranserî cîhanê li Afrîka, Asya, ji Asyayê tên welatê me.”
Trump herwiha gef li komunîst, marksîst, faşîst û çepên radîkal ên ku di nav sînorên welêt de dijîn xwar.
Rêveberiya Biden berteka tund ji Trump re nîşan da û li ser daxuyaniyên wî da xuyakirin, serokê berê hewl dide serokê Almanyaya Nazî Adolf Hitler ‘teqlîd bike’.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin