Îranê, gefa ser li herdu welatan xwar!

23 October 2023 00:00 0 dîtin
Îranê, gefa ser li herdu welatan xwar!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan, Îsraîl û Amerîka hişyar kir ku heger gavên şaş li ser koçberkirina xelkê Xezayê bên havêtin, ew ê encamên bi êş çêbibin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Huseyîn Emîr Abdullahiyan bi hevtayê xwe yê Afrîkaya Başûr re hevdîtinek kir û hat diyarkirin ku têkiliyên dualî yên bi Komara Afrîkaya Başûr re û geşedanên herêmî hatin nirxandin, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê û gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Filistîniyan hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku Abdullahiyan da zanîn ku bi Komara Afrîkaya Başûr re li ser mijarên navneteweyî û herêmî lihevkirinek heye û got ku wan bi hevtayê xwe re li ser êrîşên li ser Xezayê û mijarên alîkariyê axivîne.

Abdullahiyan diyar kir ku Îsraîl li herêmê 'hêza wekaletê' ya Amerîkayê ye û got, "Serokê Amerîkayê Joe Biden diçe Til Evîvê û piştgiriyê dide rejîma Îsraîlê ya ku bi hinceta Hamasê li Xezayê nexweşxane, mizgeft, dêr û cihên sivîlan bombe dike." 

Abdullahiyan herdu welatan hişyar kir ku heger êrîşên Îsraîlê berdewam bikin, dê kontrol bê wendakirin û got, "Ez Amerîka û Îsraîlê hişyar dikim.

Heger jenosîd û sûcên şer berdewam bikin, li herêmê her kêlî dibe ku her tişt biqewime û rewş ber bi xirabiyê ve biçe û her tişt ji bin kontrole derkeve.”