Serê navxweyî yê Sûdanê gihîste parêzgeha El-Xedarifê
PeyamaKurd – Li Sûdanê, piştî hêrişeke hewayî, Parêzgeha El-Xedarif a rojhilatê wêlat jî kete çepera şerê navxweyî.
Di hêrişa hewayî ya ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) navendên artêşê, saziyên ewlehî û sîxuriyê bûn armanc û di encamê de hin welatiyên Sûdanî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, karmendên ewlehiyê bi giranî li kolan û deverên niştecîbûnê hatine bi cîhkirin û ji ber ku karbidestên hukûmeta parêzgeha El-Xedarifê bi girtina tedbîrên ewlehiyê yên tund, girtina sûka sereke û bi tevahî rêgirtina li daketin û derketina bajêr lezandibûn ku amadehiya herî zêde bilind bikin.
Parêzgehê bi wekalet Mihemed Abdurrahman Mehcûb di daxuyaniya xwe ya di derbarê hêrişê de got ku "Dijmin ji bo têkbirina aramî û ewlehiya El-Xedarifê frokeyên bêmirov bikar anîn, lê belê hewldanên wan bi ser neketin. Ji ber ku yek hat gulebarankirin û ya duyemîn jî li nêzîkî mizgeftekê teqiya û rewş niha aram e."
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya di derbarê vê hêrişê de diyar kir ku piştî salekê şer ji nû ve destpê kiriye, her roj bi hezaran mirovên bêhêvî ji Sûdanê direvin û ji ber vê hêrişê duh rewşa awarte hatiye ragihandin.
NY: Rewşa mirovî ya Sûdanê pir dijwar e
Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Olga Sarrado Mur, di civîna çapemeniyê ya ku li Cenevreyê pêk hat de ev agahî dan:
“Salek piştî destpêkirina şer, hîn jî şer li Sûdanê berdewam e û Sûdan ligel cîranên xwe, yek ji mezintirîn û dijwartirîn qeyranên mirovî yên cîhanê dijî. Pevçûnên domdar jiyana mirovan şikandiye, wan bi hestên tirs û windabûnê tije kiriye. Hêrişên li dijî sivîlan û pêlên tundiya zayendî ya girêdayî pevçûnan bênavber didomin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin