Netanyahu gefa 'serê navxweyî' li xwepêsanderan xwar!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu dema xwepêşandanên li dijî hikûmetê nirxand got ku "Divê li welêt şerê navxweyî çênebe.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ku beşdarî merasima bibîranîna leşkerên ku di pevçûnên li Xezzeyê de jiyana xwe ji dest dan bû, di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de bal kişand ser xwepêşandanên li dijî hikûmetê.
Netanyahu got, "Divê di navbera birayan de şerê navxweyî dernekeve. Parçebûn qelsî ye, yekîtî şertê serketinê ye." Wî gotina xwe wiha domand:
"Em li gelek eniyan şer dikin. Li başûr heta ku em Hamasê ji holê rakin û hemû dîlan bigirin, li bakur jî heta ku gelê me bi saxî vegerin malên xwe. Em hewl didin ku rê li ber Îranê bigirin ku me li rojhilat dorpêç bike û çekên nukleerî bi dest bixe."
"Îsraîl dîsa li kolanan e"
Bi hezaran Îsraîlî li ber parlementoya Îsraîlê ya li Qudsa Rojava kom bûn û ji bo serbestberdana dîlên li Xezzeyê daxwaza pevguhertina lezgîn kirin.
Bi hezaran xwepêşandêrên ku alayên Îsraîlê hilgirtin, pankart, afîş û dowîzên li dijî Serokwezîr Netanyahu û siyasetmedarên hikumeta wî hildan û di platforma ku li herêmê hat avakirin de axaftinên rexnekirina hikûmetê hatin kirin.
Xwepêşanderan dirûşmeyên li dijî hikûmetê berz kirin, pankartên "Peymana pevguhertina girtiyan qebûl bike", "Hilbijartin niha", "Tu serokwezîr î, tu sûcdar î" hatin qêrîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin