Li Efrînê revandinên welatiyan ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve berdewam e

29 August 2020 16:30 0 dîtin
Li Efrînê revandinên welatiyan ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve berdewam e

PeyamaKurd - Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Pêncşemê xortê bi navê Azad Ehmed Hebeş ê 20 salî ji şêniyên gundê Mamila bi tohmeta danûstandina li gel Rêveberiya Xweser, revand  û hê jî çarenûsa wî ne diyar e.

Li aliyê din milîsan welatî Egîd Hemo û Munzir Hebeş, ku ji şêniyên gundê Dîkê ne, piştî binçavkirina ji mehekê zêdetir berdan.

Di heman çarçoveyê de roja Şemiyê, xwediyê şêniyê revandî Xelîl Îbrahîm Necar, ji şêniyên gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê ye, bi fidyeyeke malî bi 5000$ hat berdan.

Herwiha li Afrinpostê, 23yê Tebaxê ragihandibû, çekdarên milîsên Ixwanî, xortê bi navê Xelîl Ibrahîm Necar 21 salî revand û bir cihekî nediyar.

Di nava meha Tebaxê de revandin bi şêweyekî zêde di derheqê şêniyên Kurd li herêmê pêk hatin. Armanca milîsan ji revandina şêniyên Kurd ew e, ku pereyan ji xwediyên wan beramberî berdana wan bistînin.

Tê zanîn ku dagirkeriya Tirkî, bi zanabûn pere ango mûçeyên milîsên Ixwanî li ser wan birîn da ku milîs dizî, talanî, revandin û her wekî din ji kiryarên hovane li serê Kurdên Efrînê bikin.