Serê Kaniyê | Di navbera çekdarên Firqeya El-Hemze de ser derket
PeyamaKurd – Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di roja ewil a Newrozê de di navbera çekdarên Firqeya El-Hemze de, şer derket.
Çavkaniyên xwecîhî diyar dikin, zêdetirî hefteyekê li bajarê Serê Kaniyê nakokiyên di navbera komên çekdar de û ji wan Firqeya el-Hemze, Firqeya Sultan Murad, Firqeya 20 û Lîwaya Şuhedaa Bedir ku ser bi Tirkiyê ve ne zêde bûne.
Li gor hat destnîşankirin, roja 21ê vê mehê ku Newroz û yekemîn roja sala nû ya Kurdî ye, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera çekdarên Firqeya El-Hemze bi xwe de derketiye û di encamê de çekdarekî wê komê hatiye kuştin.
Roja 9ê Adarê jî li gundê Sefih ê nêzîkî Serê Kaniyê şer di navbera Firqeya el-Hemze û komên din ên çekdar de derketibû, herwiha roja 12ê Adarê jî Firqeya El-Hemze çekdarên koma el-Qehqah ji gundê El-Mixtele yê nêzîkî Serê Kaniyê derxistibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin