Li Serê Kaniyê di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê de serekî giran derket

28 October 2020 12:09 0 dîtin
Li Serê Kaniyê di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê de serekî giran derket

PeyamaKurd - Li Serê Kaniyê di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê de şerekî giran derket û di encamê de 5 kesên sivîl û 7 çekdar hatin kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir, li xala Diwêra ya gundewarê Serê Kaniyê şerekî giran di navbera çekdarên koma Sultan Murad de derket. Di şer de çekên sivik, mamnavend û RBJ û top hatin bikaranîn.

Hat destnîşankirin, gule û topên çekdaran li nava malên sivîlan ketin, di encamê de yek ji wan zarok û jinek, bi giştî 5 kesên sivîl hatin kuştin. Hejmarek jî birîndar bûn.

Herwiha li gor zanyariyan, di wî şerî de 7 çekdar hatin kuştin û 12 çekdar jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Rewangehê da zanîn, sedema şerê çekdaran, li ser parvekirina dahata wê rêbendê bû.