Li Serê Kaniyê teqîneke mezin çêbû: Kustî û birîndar...
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro demek berê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyên artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin çêbû. Hat zanîn ku teqîn li cihê bazarê yê gundê Tel Xelef ê bajarê Serê Kaniyê pêk hatiye.
Li gorî zanyariyan otomobîlek li Serê Kaniyê hatiye teqandin ku li gorî zanyariyên destpêkê di encamê de hejmarek kes hatine kuştin birîndarkirin..
Li gor agahiyên xwecihî yên destpêkê, di teqîna ku bi otomobîleke bombebarkirî pêk hatiye de 3 kesan can daye û 10 kes jî birîndar bûne ku rewşa birîndaran xedar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin