Li Serêkaniyê û Girêspî coteteqîn: Gelek kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li gundewarên herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê yên hatine dagirkirin, teqîn çêbûn. Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînan de gelek kuştî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku îro danê sibehê teqînek bi rêya otombîlke bombebarkirî bi xaleke komên çekdar de li gundê Udwaniyê yê rojavayê Serêkaniyê hat teqandin ku li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û hijmarek kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî SOHRê jî di wê teqînê de 4 çekdar hatine kuştin.
Li gundewarê bajarê Girê Spî jî teqînek çêbûye ku li gor zanyariyan, teqîn bi rêya otomobîleke bombebarkirî li xaleke pişkinînê ya komên çekdar li gundewarê Girê Spî çêbûye û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Hat zanîn ku otombîla bombebarkirî bi xala pişkinînê ya Silûk-Mebrûke ya komên çekdar de hatiye teqandin û herî kêm 4 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan di nav birîndaran de kesên sivîl jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin