Li Nîjeryayê bi çekan êrîs kirin: 40 kustî û gelek jî birîndar hene
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Plateauyê li herêma madenê, di du êrîşên cuda de, herî kêm 40 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di êrîşê de gelek kes jî hatine revandin. Rêvebirê herêma Waseyê Audu Ummah ragihand ku hemwelatî ji tirsa malên xwe terk kirine.
Kesên çekdar yên bi motorsîkletan li eyaleta Plateauyê li Waseyê êrîşê ser şîrketên Kompani Zurak û gundê Bandalalayê kirine.
Heya niha ti kes an grûb êrîşê negirtine aliyê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin