Li Sîraz a Îranê bi çekan êrîsî mezargehekê kirin: 15 kustî, 40 birîndar hene...

26 October 2022 20:23 0 dîtin
Li Sîraz a Îranê bi çekan êrîsî mezargehekê kirin: 15 kustî, 40 birîndar hene...

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Fars ê Îranê, êrîşeke çekdarî li dijî mezargehekê hatiye kirin û di encamê de 15 kes hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên destpêkê yên medya Îranê belav kirine, teqe bi çeka kalaşnîkov hatiye kirin û êrîş li ser mezargeheke olî pêk hatiye ku 15 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku êrîşkar sê kes bûne, du ji wan hatine desteserkirin û li dezgehên ewlehiyê ne. Ji bo desteserkirina êrîşkarê sêyem jî lêkolîn dewam dikin.

Hîn derbarê nasnameyên êrîşkaran û sedema êrîşê de zanyarîyên piştrastkirî nehatine belavkirin.