Li Nîjeryayê, êrîsî dêra Katolîkan hat kirin: bi dehan kustî hene

05 June 2022 22:26 0 dîtin
Li Nîjeryayê, êrîsî dêra Katolîkan hat kirin: bi dehan kustî hene

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku li eyaleta Ondoyê ya Nîjeryayê, êrîşî dêrekê Katolîkan hatiye kirin û di vê êrîşê de herî kêm 50 kes hatine kuştin. Li gorî agahiyên destpêkê, gelek jî birînar hene.

Parêzgarê eyaleta Ondoyê Rotimi Akeredolu ragihand ku li hember mirovên bêtawan, êrîş li dêrê hatiye kirin. Rotimi Akeredolu da zanîn ku di vê êrîşê de herî kêm 50 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar hene. Li gorî agahiyên ajansa fermî ya herêmê, niha xebatên destnîşankirina nasnameyên qurbaniyan tên kirin.

Serokê Dewleta Nîjeryayê Muhamed Buharî jî kesên ku li pişt bûyerê ne, şermezar kir û got ku “Sedem çi dibe bila bibe, dê welatê me serî li ber xirab û xayînan daneyne û dê tarîtî tu car li hember ronahiyê bi ser nekeve.”