Rojava | Bi mosekan êrîsî baregeha Amerîka ya Dêrazorê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li dijî baregeha Amerîka ya Dêrazorê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye, êrîşeke bi moşekan hat kirin.
Ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê ragihandiye ku dengê teqînên bihêz ji baregeha leşkerî ya Amerîka ya dikeve rojhilatê Dêrazorê hatine.
Herwiha li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê jî êrîşeke bi moşekan li dijî baregeha hêzên Amerîkî pêk hatiye.
Li aliyê din rayedarekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê ji Reutersê re êrîş piştrast kiriye û diyar kiriye ku di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin