Li Nîjeryayê êrîs kirin ser yekîneya leskerî:17 kustî

15 May 2019 23:00 0 dîtin
Li Nîjeryayê êrîs kirin ser yekîneya leskerî:17 kustî

PeyamaKurd- Li Nîjeryayê li ser sînorê Maliyê êrîş birin ser yekîneya leşkerî ku wezîfa dewriyê ya ser sînor dikirin. Di yekîneyê de 52 leşker hebûn û 17 ji wan hatin kuştin. Yekîneya ku dewriyê dikir, nêzî ser sînor bû, tenê mesafeya wan çend km bû. Bûyer li bajarê Tongo-Tongo li herêma Tillaberiyê qewimî.

Şerê navbera her dû aliyan li dora 2 sietan dewam kir û ji bilî 17 kesên kuştî 11 leşker jî wenda bûn. Ne diyare bê êrîş ji aliyê kê de hatiye kirin. Li heman herêmê 4 leşkerên Amerîkayê jî berê hatibûn kuştin.