Ji ser Iraqê êrîsî cihekî leskerî yê Îsraîlê kirin
PeyamaKurd – Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji milîsên şîe yên Îran piştevana wan e pêk tê, ragihand ku wan bi dronê êrîşî cihekî leşkerî yê Îsraîlê kiriye.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan bi rêya dronê li Îsraîlê xistiye.
Bêyî ku hurgiliyên cihê êrîş lê hatiye kirin bên dayîn hate diyarkirin ku wan ew êrîş wekî bersiva êrîşên Îsraîlê yên Xeze û Lubnanê pêk aniye û bi dronê cihekî leşkerî hatiye armanckirin.
Herwiha Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê daye xuyakirin ku ew ê êrîşên ser armancên Îsraîlê bidomînin.
Hêjayî gotinê ye, ev êrîş li demeke ku Îran amadekariya êrîşeke moşekî ji ser axa Iraqê ve bi ser Îsraîlê de dike pêk hatiye û Îsraîlê jî beriya niha hişyarî dabû Iraqê ku ew dê pêgehên milîsan bikin armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin