Li Serêkaniyê sivîl hatin bombardiman kirin: Gelek kustî û birîndar hene

13 October 2019 17:28 0 dîtin
Li Serêkaniyê sivîl hatin bombardiman kirin: Gelek kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro karwaneke sivîl a ku ji bo protestokirina êrîşên artêşa Tirkiyê ber bi Serêkaniyê bi rê ketibû ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê yên herêmê, gelek kuştî û birîndar hene, lê hîn hejmara wan nehatiye piştrastkirin.

Li ser medya civakî dîmenên gelekî xembar ên qurbaniyên topbaranê hatin belavkirin.