Îsraîl, artêsa sivîl ava dike: Bi deh hezaran çek hatin belavkirin!
PeyamaKurd- Piştî destpêkirina şerê li Xezayê, Îsraîl "hêzeke milîsên taybet" a ji derdora 600 kesên çekdar pêk tê, li nav welêt ava kir û hat diyarkirin ku dê 40 hezar çek li wan bên belavkirin.
Ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve hat ragihandin ku piştî destpêkirina şerê bi komên çekdar ên Filistînî yên li Xezayê re wan bi sedan "tîmên ewlehiyê yên dilxwaz" ên nû ava kirine. Rêveberiya Til Evîvê diyar kir ku heger aloziyên Cihû-Ereb ên li nav welêt zêde bibin, ew ê çekan bidin wan.
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir Itamar Ben Gvir, bi îdiaya dibe ku bûyerên sala 2021ê bên dubarekirin, biryara sivikkirina qanûnên dayîna destûra çekan a ji bo welatiyan da.
Her wiha hat diyarkirin ku wekî bergireke din, "tîmên ewlehiyê" yên dilxwaz hatin avakirin da ku li kolanan nobetê bigirin û piştgiriyê bidin polîsan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin