Li Serê Kaniyê teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha dibin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên tundrew de ye, teqînek çêbû.
Li gorî zanyariyên berdest, teqîn li bajarokê Til Xelef li rojavayê bajarê Serê Kaniyê çêbûye. Teqîn bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye û li gorî agahiyên destpêkê, di encama wê teqînê de kuştî û birîndar hene.
Li daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di wê teqînê de 5 kes bûne qurbanî û lê çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) diyar dike ku di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn.
Ev di demekê de ye ku duh jî li bajarokê Til Ebû Şêx otomobîleke bombebarkirî hatibû teqandin û di encamê de kesek hatibû kuştin û 26 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin