Li Serê Kaniyê teqînek çêbû: Bi kêmanî 10 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di teqînekê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro teqînek bi rêya wesayîteke bombekirî li bazara bajarokê Til Helefê li başûrê rojavayê Serê Kaniyê rû da.
Li gor agahiyên destpêkê, di encama wê teqînê de 10 kes birîndar bûn û zirar û ziyaneke mezin gihîşt welatiyan.
Hêjayî gotinê ye ku duhî jî li Serê Kaniyê wesayîtek li nava bajêr teqiyabû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ku yyek ji wan zarok bû. Her wiha 7 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin