Li Serêkaniyê li pey hev du teqîn çêbûn

03 February 2021 21:39 0 dîtin
Li Serêkaniyê li pey hev du teqîn çêbûn

PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, îro Çarşemê du teqîn çêbûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê teqîna yekemîn li bazara navendî ya nêzîkî Berîdê çêbûye û bombeyek li wê derê teqiyaye. Derbarê ziyanên wê teqînê de ti zanyarî nehatin bidestxistin.

Herwiha hevdem teqîneke din jî li Serêkaniyê çêbûye ku agahiyên zelal derbarê wê teqînê de hîn nehatine.