Li Girên Golanê li pey hev teqîn çêbûn, Îsraîl û Hîzbullah daxwyanî dan
PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê li orta Xezzayê li bajarê Deyr Belahê, kesên ji ser warên xwe bûne û di nexweşxana sahrayê ya di Dibistana Hadîce de diman bombe kiribûn û di encamê de 31 Fîlîstînî can dabûn û gelek kes birîndar bûbûn.
Piştî bûyera nexweşxanê, li Girên Golanê li Mecdel Şemsê teqîn çêbûn. Îsraîlê ragihand ku di teqînan de 9 kes mirine û ji teqînê hîzbullahê berpirs girt. Hîzbûllahê ragihand ku ti têkiliyên wê bi teqînan tine.
Wezareta karên derve ya Îsraîlê got ku li Golanê xelkê Durzî li Mecdel Şemsê dijî û roketekî avêtine seha fûtbolê û di nav wan de zarok hene ku 9 kes mirine û li gor dezga xizmeta lezgîn ya Îsraîlê; li dora 30 kesî birîndar hene.
Hûzbullahê di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku ti têkiliya wê bi êrîşa Golanê ya Mecdel Şemsê ku roket avêtinê tine. Lê bi fuzeyekî Katyuşa êrîş biriye ser baregehekî leşkerî ya Îsraîlê ya li Golanê û navê cîh nedaye.
Artêşa Îsraîlêji bo birîndaran ji Mecdel Şemsê tehliye bikin helîkopteran şandiye deverê.
Hîzbûllahê di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihandiye ku di êrîşa Îsraîlê de 4 kesên wan mirine û navên wan Hassan Hilal el Saidi, Ahmed Hikmet Musa, Muhammad Ali Mustafa Mariş û Naim Ali Ferhad in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin