Netanyahu: Girên Golanê wê heta hetayê parçeyekî bingehîn ê Îsraîlê be

10 December 2024 09:00 0 dîtin
Netanyahu: Girên Golanê wê heta hetayê parçeyekî bingehîn ê Îsraîlê be

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Girên Golanê wê heta hetayê parçeyekî bingehîn ê Îsraîlê be.

Netanyahu li ser Girên Golanê ku Îsraîl hewl dide dagîrkirina axê berfireh bike û rûxandina rejîma Esed axivî.

Netanyahu got ku Girên Golanê ku ji sala 1967an vir ve di bin serweriya Îsraîlê de ye, "wê heta hetayê parçeyekî bingehîn ê Îsraîlê be."

Netanyahu got: "Îro her kes fêm dike ku hebûna me li Golanê çiqas girîng e, ne li derûdora Golanê," Netanyahu destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya Îsraîlê li Girên Golanê "ewlehî û serweriya welêt garantî dike."

Netanyahu bi bîr xist ku Serokê DYAyê Donald Trump ku ji nû ve hat hilbijartin di sala 2019an de serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas kir û spasiya Trump kir.

Serokwezîrê Îsraîlî herwiha amaje bi wê yekê kir ku rûxandina rêjîma Esed "encama rasterast" ya êrîşên Israîlî li ser Hamas, Hizbullah û Îranê ye û îdia kir ku Îranê bi milyaran dolar xerc kiriye da ku rêjîma Esed li ser desthilatê bimîne.