Netanyahu: Peymana Girên Golanê têk çû

08 December 2024 22:36 0 dîtin
Netanyahu: Peymana Girên Golanê têk çû

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku bi rûxandina rejîma Beas a Sûriyeyê re, Peymana Vekişîna Hêzê ya ku di sala 1974an de hatibû îmzekirin ku sînorên herêma tampon û herêma bêçek a li Girên Golanê yên dagirkirî diyar kiribû, hilweşiya.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyî ya dema serdana Çiyayê Bentalê ya li Girên Golanê yên dagirkirî de got, "Ev herêm nêzî 50 sal in li gorî Peymana Vekişîna Hêzê ya ku di sala 1974an de hatibû lihevkirin, weke herêmeke tampon tê kontrolkirin. Ev peyman têk çû û leşkerên Sûrî çeperên xwe terikandin."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên xwe şandine Girên Golanê yên ku piştî rûxandina rejîma Esed a 61 salî li Sûriyê dagir kiribûn û derbasî herêma tampon a di navbera wê û Sûriyê de bûn.

Artêşa Îsraîlê îro Înê 6ê Kanûnê ragihandibû ku ji ber geşedanên li Sûriyê hêzên xwe li Girên Golanê yên di bin dagirkeriya Sûriyê de bihêz kirine.