DYAyê Hizbullahê wek hêriskarê Girên Golanê nîsan da

28 July 2024 23:08 0 dîtin
DYAyê Hizbullahê wek hêriskarê Girên Golanê nîsan da

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya di derbarê hêrişa bi roketan a li ser Girên Golanê ku 12 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn de got: “Hemû tişt nîşan didin ku roket ji aliyê Hizbullahê ve hatine avêtin. Ji ber vê yekê mafê Îsraîlê heye ku hemwelatiyên xwe biparêze."

Blinken xemgîniya xwe ya ji bo can dayîna 12 ciwanan anî ziman û destnîşan kir ku hi sedemek ku terorê rewa bike nayê qebûlkirin.

Antony Blinken di derbarê kirîdarê hêrişê de wek navnîşan Hizbullahê nîşan da û wiha dom kir:

"Hemû nîşaneyên vê hêrişa hovane nîşan didin ku roket ji aliyê Hizbullahê ve hatine. Ji ber vê yekê mafê Îsraîlê heye ku hemwelatiyên xwe biparêze. Yek ji sedemên ku em dixwazin li Xezzeyê agirbestek bê ragihandin ew e ku ji bo dabînkirina aramiyeke mayînde ne tenê ji bo Xezzeyê, lê belê ji bo xeta şîn a di navbera Israîl û Lubnanê de jî derfetek bê peydakirin. Em bi biryar in ku şerê li Xezzeyê bi dawî bikin. Ev şer, demeke pir dirêje didome û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin bibînin ku Îsraîlî, Filistînî û Lubnanî ji xetereya pevçûn û tundûtûjiyê azad bijîn."

Hikûmeta Îsraîlê jî, ji ber hêrişa Girên Golanê Hizbullaha Lubnanê tawanbar kir û gefên tund li rêxistinê xwar.

Ji aliyê din ve Hizbullahê tawanbariyên Îsraîlê yên hêrişê red kir û angaşt ku ti pêwendiya wan bi vê hêrişê tune ye.