Îsraîl vê carê li Lubnanê xist û teqînên weka li Hudeyde çêbûn
PeyamaKurd – Piştî Îsraîl li lîmana Hudeyde ya Yemenê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye xist û ji Lubnanê jî 45 roketan avêtin Îsraîlê, Îsraîl li Lubnanê xist. Îsraîl li Lubnanê li bajarokê Adlûn a bi ser bajarê Sûrê xist. Lîmana Hudeyde ji Îsraîlê 2 hezar km dûre.
Di êrîşa hewayî de gelek teqînên dijwar çêbûn û bi sedema teqînan perçên çarapnelan heya gundên der û dorê belav bûn. Di êrîşê de jimara mirî û kuştiyan nehat ragihandin. Ragihandina êrîşê ji aliyê ajansa Lubnanê NNA de hat ragihandin.
Li ser her dû êrîşan Hûsiyên Yemenê gotin ku bi Îsraîlê re şer destpêkir û Tel Avîv êdî ciyekî bi ewle nîne. Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant piştî êrîşa ser Yemenê weha got:
“Bedêla her xwîna hemwelatiyên Îsraîlê heye. Me li Lubnanê, li Xezzayê, li Yemenê û li her derê danî holê. Eger biwêrin êrîşê me bikin, wê encam eynî be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin