AFP: Di teqîna Serêkaniyê de 3 jê leskerên tirk, 16 kes hatin kustin

10 December 2020 21:46 0 dîtin
AFP: Di teqîna Serêkaniyê de 3 jê leskerên tirk, 16 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hejmara kuştiyên êrîşa bombeyî ya îro li Serêkaniyê ku bi ser xala kontrolê ya hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar de hat kirin zêde bû.

Li gorî ragihandina Ajans France Press (AFP) ku dispêre Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di teqîna îro 10ê Kanûnê ya bi ser xala kontrolê ya hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar de, 3 ji wan leşkerên tirk 16 kes hatin kuştin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser teqînê ragihandiye ku îro Pêncşemê li demjimêr 15:25an bi otomobîleke bombebarkirî êrîşek li Serêkaniyê hatiye kirin û 2 cendermeyên wan hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.