Gera leskerên Rûs-Tirk neçû serî, li Serêkaniyê 3 leskerên Sûrî hatin kustin
PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD, leşkerên rejîmê û çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê de berdewam dike û li gundewarê bajarê Serêkaniyê 3 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
SOHRê ragihand ku li gundê Erîşe û gundên bajarokê Zirgan yên rojhilatê Serêkaniyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), artêşa Sûriyê û aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve şer çêbûye û di encama şer û topbarana Tirkiyê de, 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin û zêdetir ji 400 malbat ji wê navçeyê koçber bûne.
Piştî rêkeftina HSD û arteşa Sûriyê (13 Cotmeh 2019), hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê ji bo rêgiriya êrîşên Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê belav bûbûn ku ev çend roj in ew jî rastî êrîşên çekdaran û artêşa Tirkiyê tên.
Şer û pevçûnên berdewam li deme ku di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de biryar bû îro gereke hevbeş ya Rûsî–Tirkî li Rojavayê Kurdistanê bihata kirin.
Li gorî zanyariyan, aliyê Tirkiyê beşdarî wê gerê nebû û Polîsên Rûsî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi gera leşkerî ya navbera Qamişlo û Dirbêsiyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin