HSD: 17 çekdar û 2 leskerên Tirkiyê hatin kustin

21 January 2024 14:02 0 dîtin
HSD: 17 çekdar û 2 leskerên Tirkiyê hatin kustin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir, hêzên wan êrîşî baregehên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wan, li herêmên cuda kirine û di encamê de 17 çekdar û 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, hêzên wan li hember êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola wan, baregehên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar li herêmên cuda kirine armanc.

HSDê ragihand, roja 15ê Çileyê, hêzên Meclîsa Leşkerî Ya Minbicê êrîşî xaleke çekdaran a li gundê Siyade kir û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.
Li Eyn Îsayê, hêzên wan roja 17ê Çileyê bi çekên giran êrîşî benda kontrolê û baregeha artêşa Tirkiyeyê ya li gundê Şirkirak kir, lê agahiyên derbarê encaman de nehatine bidestxistin.

HSDê herwiha da zanîn, wan xal û baregehên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wan, li gundê Tîna a başûrê Girê Sipî, li gundê Selîbî yê rojavayê Girê Sipî armanc kirine û di encamê de şer û pevçûn derketine û bi giştî 17 çekdar û 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.