3 leskerên rejîmê û 4 çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de, devera Cebel El-Zawiyê 3 leşker û 4 çekdar hatin kuştin ku artêşa Tirkiyê jî baregehên hêzên rejîmê topbaran kirin.
SOHRê diyar kir ku hêzên rejîmê şevê din êrîşî baregehên çekdarên Cebehet El-Tehrîr El-Weteniye li herêma Hereş Benîn a Cebel El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê kir û di navbera her du aliyan der şer derket ku şer heta saetên vê sibê dewam kir.
Li gorî SOHRê topbaraneke dijwar hatiye kirin ku di encama wê de herî kêm 4 çekdar û 3 leşkerên hêzên rejîmê hatine kuştin.
Piştî wî şerî jî artêşa Tirkiyê baregehên hêzên rejîma Sûriyê yên li Meret El-Naman û gundê El-Dana yê başûrê Idlibê topbaran kirin ku balafireke keşfê ya Tirkiyê jî herêma Benîn bombebaran kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin