HRE: 21 leskerên Tirkiyê û çekdar hatin kustin û birîndarkirin
PeyamaKurd - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ku piştî di sala 2018an de herêma Efrînê hatibû dagirkirin hatiye damezrandin derbarê êrîş xwe yên li ser artêşa Tirkiyê û komên çekdar de daxuyaniyek belav kir.
HRE ragihandiye ku wan 21 leşker û çekdarên Tirkiyê kuştine û birîndar kirine.
Li gorî daxuyaniyê, ji 13ê Tebaxê heta 17 wê, hêzên wan 4 êrîş li dijî baregehên Tirkiyê û komên çekdar ên li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîne.
Hatiye diyarkirin ku leşkerekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin û 3yên din jî birîndar bûne. Dîsa 8 çekdarên komên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin