Teqînek li Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê çêbû
PeyamaKurd – Li bajarokê Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê, teqînek li benzînxanyeke çêbû û di encamê de welatiyekî can da.
Li gor zanyariyan, do êvarî li bajarokê Til Koçer ê ser bi bajarê Rimêlan li Cizîrê, teqînek li benzînxaneya Elî Axa çêbû.
Herwiha li gor zanyariyên hatine bidestxistin, di encama wê teqînê de, parçeyeke teqînê li kesekî bi navê Ebdulmecîd Salih el Ebas ket û ji qirika xwe birîndar bû.
Ew hemwelatiyê sivîl ê temen 45 salî, yekser bo Nexweşxaneya Elselam li bajarokê Girkê Legê hat veguhastin, lê pişt re ji ber wê birînê can da.
Li gorî zanyariyan, ji bilî wî kesê ku can daye, ziyan negihiştiye kesekî din, lê heta niha jî sedema teqînê nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin