Wê NY li ser vekirina deriyê Til Koçer ê sînorê Rojavayê Kurdistanê û Iraqê biryarê bide

28 June 2021 00:23 0 dîtin
Wê NY li ser vekirina deriyê Til Koçer ê sînorê Rojavayê Kurdistanê û Iraqê biryarê bide

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî dixwaze, deriyê sînorî yê Til Koçer ê di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de were vekirin.

Li gor projeyasayekê ku pêr roja Înê ji aliyê Norwêc û Îrlandayê li endamên Encûmena Asayişa Navdewletî hatiye belav kirin, tê xwestin ku alîkariyên mirovî di deriyê sînorî yê Til Koçerê re derbasî Sûriyê bibin.

Di projyasayê de hatiye gotin, “Rewşa mirovî li Sûriyê gelekî xirab e û hê jî metirsiyê li ser ewlehî û aramiyê navçeyê çêdike.”

Hêjayî gotinê ye, ji ber vetoya Rûsya û Çînê alîkariyên mirovî yên NY bi ser deriyên kontrola rejîma Sûriyê nayên kirin.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn, 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re bû.

Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Çileya 2020an de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di du deriyên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên dirêj kiribû û di deriyê Til Koçer û Urdinê re rawestandibû. Di Hezîrana 2020an de ew biryar careke din hatibû dirêjkirin.

Biryar e Encûmena Asayişa Navdewletî di destpêka hefteya bê de vê projeyasayê gengeşe bike, lê nayê zanîn ka dê derbas bibe yan na, ji ber ku dibe careke din Rûsya û Çîn Veto bi kar bînin.