Jeffrey daxwaza vekirina deriyê Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyê ji James Jefrrey, di konferansa Brukselê ya li ser mijara Sûriyê ku 30yê Hezîranê nûnerên 80 welatan beşdariya wê kir de got, divê deriyê sînorî yê Til Koçer yê Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyên mirovî yên navdewletî re were vekirin.
James Jefrrey di konferansa Brukselê ku rewşa civakî, mirovî û alîkariyan hat gotûbêjkirin de, daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê Rojavayê Kurdistanê ku hevsînorê Iraqê ye kir û got, ji bo Netewên Yekbûyî bikaribe bi rêya wî deriyê sînorî alîkariyên mirovî bigihîne xelkê sivîl ên li bakurê rojhilatê Sûriyê pêwîste bê vekirin.
James Jefrrey daxwaza dirêjkirina biryara 2054 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bo 12 mehên din kir û diyar kir, “Bi taybet jî di vê rewşê de ku vîrûsa korona belav bûye. Berdewamiya şandina alîkariyan ji sînor ve ji bo piştgîrîkirina wê daxwaziya nûnerê Neteweyên Yekbûyî girîng e ku divê agirbesta seranserî li Sûriyê were bicihanîn ku em wiha dibînin ji Idlibê destpê dike.”
Di konferansa Sûriyê de, Almanyayê biryar da ku 1 milyor û 584 mîlyon Euroyan wek alîkarî pêşkêşî xelkê Sûriyê bike û Amerîkayê jî doh ragihandibû ew dê 696 milyon dolaran alîkarî bidin koçberên Sûrîyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin