Sisi û Biden, li ser vekirina Deriyê Refahê axivîn

19 October 2023 14:30 0 dîtin
Sisi û Biden, li ser vekirina Deriyê Refahê axivîn

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Serokê Misirê Ebdulfetah Sisi razî bûye ku Deriyê Sînor ê Refahê ji bo nêzîkî 20 kamyonên ku alîkariyên mirovî hildigirin vekin û bigihîjin Xezayê.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî, Biden û Sisi di pêwendiya telefonî de li ser hevkariya gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezayê axivîn.

Hat diyarkirin ku Joe Biden got ku heger Hamas dest danî ser alîkariyên mirovî dê ev yek bi dawî bibe.

Her wiha rayedarên Koşka Spî diyar kir ku alîkariyên mirovî dê sibe zû dest pê bikin.

Li gorî hat ragihandin, herdu rêberan li hev kir ku bersivek "lezgîn û bi hêz" bidin banga Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariya mirovî.