Josep Borrell seredana Deriyê Refahê kir

10 September 2024 23:13 0 dîtin
Josep Borrell seredana Deriyê Refahê kir

PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê ewlehiyê û berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell, ji bo Lîg a Ereb dema li Misrê bû, çû seredana sînorê Xezzayê û Deriyê Refahê ziyaret kir. Borrell got ku ti eleqa terefan bi agirbesê tine û bang kir ku agirbesê bikin da alîkarî here Xezzayê.

Borrell, bi sedema agirbesê nakin, bi gotinan Hamas û Îsraîlê şermezar kir û got ku YE desteka tam da Misir, Qatar û DYAyê. Hindik mabû bigihên encamê lê kesên şer dimeşîne ti têkiliya wan bi dawîanîna şer tine. Borrell weha dewam kir:

“Me gelek tiştan kir lê yek jî têr nake. YE wê desteka xwe ya ji bo Fîlîstînê dewam bike lê divê em li çareseriya siyasî bigerin. Nabe em îro yekî bi şîvê têr bikin û siba bikujin. Ev çare nîne. Em mecbûr bûn desteka mirovî bidin û divê em zêdetir bikin.

Ji bo birîndaran divê yek ji deriyên sînor vebe. Em YE amade ne ku çi bikeve ser milê me, em bikin. Divê alîkariya mirovî here nav xelkê û karibin birîndarên xwe ji deverê derxin. Em amade ne ku xebatkarên YEyê li aliyê dinê yê derî bicîh bikin û lojîstîkê bidin şiyanên wan.”