Josep Borrell çû Misrê û bi serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê karên derve û ewlehiya siyaseta Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell, ji bo seredana fermî çû Misrê û li Qahîre bi serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser agibesa li Xezayê axifîn.
Borrell di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got:
“Me li ser wan krîzên ku li Xezzayê û Misrê bandorê dikin, ji bo li herêmê firehtir nebin û ber li wan bên girtin, hevdîtin kir. YE û Misir ji geşepêdana aboriyê heya aştiya li herêmê saz bibe, di her astê de em hevkarên hev yên stratejik in. Her dû teref ji bo sehayên nûh yên hevkariyê keşif bikin, biryara xwe dan.”
Berdevkê serokkomariya Misrê Ahmad Fahmî, di daxwuyaniya ku da de got ku li ser têkiliyên navbera Misrê û YE yê axifîne, her dû teref ji têkiliyên duqolî dilxweşin, ji bo berjewendiyên hevpar ji bo li hemberê zahmetiyan bi ser bikevin, di çarçova hevkariya stratejik de, bi taybetî di veberhênan û bazirganiyê de, di seha enerjiyê, koçberî û mijarên hawirdoriyê de, ji bo sehayên nûh destnîşan bikin, dê bixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin