Serokê Misrê Abdulfettah Sisi di Êlûnê de seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di meha Sibat a borî de, bi seredanekî fermî çûbû Misrê û wekî bersiva Erdoğan, wê serokê Misrê Abdulafettah Sisi di meha Êlûnê de seredana Tirkiyê bike.
Li gor ragihandina çapemeniyê ku çavkaniyên xwe dibin ser dîplomatên wezareta karên derve ya Tirkiyê, wê di 4ê Êlûnê de Sisi seredana Tirkiyê bike.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di serê meha Tebaxê de seredana Misrê kiribû, bi wezîrê karên derve yê Misrê bi Bedr Abdulat re civiyabû û piştî civînê Fidan ragihandibû ku li ser seredana Sisi ya Tirkiyê rawestiyane.
Têkiliyên navbera Misrê û Tirkiyê ji ber Misrê serpereştên Îxwanan îdam kiribû, Erdoğan nerazîbûna xwe diyar kiribû û gotinên wekî ‘dîktator’ ji bo Sisi serf kiribû, xweş nîn bûn lê niha têkiliyên xwe sererast kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin