Serokê Misrê Sisi, herêma Ras el-Hikmayê bi 22 milyar dolarî da Îmaratan

10 February 2024 00:59 0 dîtin
Serokê Misrê Sisi, herêma Ras el-Hikmayê bi 22 milyar dolarî da Îmaratan

PeyamaKurd – Ji ber pirsgirêka dowîzan ya Misrê heye, serokê Misrê ji bo çareseriyê bi Îmaratan re li ser 22 milyar dolarî li hev kir. Misir peravên devera navça bi navê Ras El Hikma, ji bo veberhênanê da Îmaratan û hevparên xwe yên li Misrê.

Ji ber vê kiryara serokê Misrê Abdulfettah Sisi jî, ket ber rexneyên muxalifên xwe yên nav welat.

Ras El Hikma ji payîtexta Misrê ji Qahîre 350 km dûr dikeve rojavayê bakûr, li ber qerexê Derya Sipî ye. Sisi ji bo Îmarat li dora 22 milyar dolar li Ras El Hikma veberhênanê bike, bi Îmaratan re li hev kiriye û Sisi mijarê piştrast kir.

Rêvebirê giştî yê rêvebiriya herêmên serbest yê Misrê Hussam Heiba ji bo kanala “CNBC Arabistan” peyam da û got ku ‘Proja Pêşdebirina Ras El-Hikme’ wê texmînî li dora 22 milyar dolarî bibe mal.

Ji bo pêşdebirina herêma Ras El-Hikma, ji bo bi hemparên xwecîh re bixebite ji Îmaratan konsorsuyûmekî hatiye bijartin û dibe ku proje di sefha ewilî de ji 22 milyar dolarî derbas bibe. Rêvebir got ku wê konsorsuyûma Îmaratan ji finansmana projê, ji pêşdebirinê û rêvebiriya wê berpirs be û weha dewam kir:

“Ji bo bicîhanîna projê wê şîrketên Misrê û biyanî tevlî projê bibin. Me hevdîtinan qedand û niha em xwe ji bo îmzekirina peymanê amade dikin.”