Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê da Misrê

27 March 2021 01:05 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê da Misrê

PeyamaKurd – Bi sedema li welatê Misrê li bajarê Sohagê di qeza trênê de 32 kes miribûn û 66 kes birîndar bûbûn, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî peyamekî sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Fikr û diayên min bo kesên ku di qeza bajarê Sohagê ya Misrê de, di qeza trênê de bandorê jê girtine. Bi sedema qezayê bo lîderên Misrê û xelkê Misrê sersaxiyê dixwazim.”