20 hezar nexwes li benda vebûna Deriyê Refahê ne
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Li Xezzayê li ser rewşa dawiyê ya li Xezzayê ragihand ku li dora 20 hezar nexweş li benda vebûna deriyê Refahê ye.
Berdevkê wezareta tenduristiyê Eşref el-Kudra got ku piştî Îsraîlê êrîşê bir ser deriyê Refahê, ti nexweş an birîndar nikare derkeve derveyê welat. Îsraîl li hemberê sîvîlan li Xezzayê sûcên şer dike û hûqûqa navdewletî binpê dike.
Nexweşên kanserê an ku pençeşêrê, yên dilî an yên arîşeyên wan yên birra hene, jimara wan li dora 20 hezarîne, bende ne ku deriyê Refahê vebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin