Deriyê Til Koçer ê sînorê Rojava û Basûr ji nû ve vedibe

19 June 2020 15:56 0 dîtin
Deriyê Til Koçer ê sînorê Rojava û Basûr ji nû ve vedibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) deriyê Til Koçer ê navbera Rojavayê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji bo gihandina alîkariyên bo têkoşîna dijî koronayê ji nû ve vedike.

Li gorî nûçeya ajansa Associated Press, pandemiya koronayê gefeke mezin li ser sîstema tenduristî û aborîya Sûriyê çêkiriye û ji bo xelkê hejar ên pêdawistiya wan bi alîkariyan heye, neçar in vê rêyê biceribînin ku beriya niha ji ber vetoya Rûsya û Çînê ew derî ji gihandina alîkariyan re hatibûn girtin.

Herwiha Sekreterê Giştî yê NY António Guterres jî gotiye, pêwîst e NY, Konseya Ewlekariyê û Rûsya ji bo kontrolkirin û pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê û gihandina alîkariyên zêdetir ên tenduristiyê, bilez bikevin tevgerê.