Rojava I Bi sedan penaber ji ser deriyê Til Koçer derbasî Iraqê bûn

04 March 2022 19:31 0 dîtin
Rojava I Bi sedan penaber ji ser deriyê Til Koçer derbasî Iraqê bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 3yê Adarê, bi hevkariya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, hikumeta Iraqê û Komseriya Bilind a Penaberan a Yekîtiya Ewropayê beşeke din a penaberên iraqî bi rêya deriyê Til Koçer derbasî Iraqê bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji medyayê re ragihandiye ku penaberên iraqî yên doh çûne welatê xwe, piraniya wan ji ber rejîma Sedam Huseyin reviyane û li navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê diman. 

Şêxmûs Ehmed gotiye, biryare derdora 800 penaber vegerin Iraqê ku hikumeta Iraqê vegera wan qebûl kiriye û da zanîn, “Ev xebat bi koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser û Komseriya Penaberan de pêk tê. Penaber beş beş bi dilxwazî vedigerin Iraqê.”

Li gorî zanyariyan 13 hezar penaberên iraqî li Rojavayê Kurdistanê hene ku piraniya wan dema rejîma Sedam Huseyin û piştî êrîşên DAIŞê yên ser Musilê ji Iraqê revîyane û li başûrê navçeya Girkê Legê, navçeya Til Koçer û Til Hemîsê bi cih bûne.