Sê partiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ser aloziyên dawî yên li Hesekê daxuyaniyek dan

02 February 2021 14:59 0 dîtin
Sê partiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ser aloziyên dawî yên li Hesekê daxuyaniyek dan

PeyamaKurd – Derbarê aloziyên dawî yên li Hesekê, sê partiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk kirin, da ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Her sê partiyên Îradeya Gel, Partiya Yekîtiya Demokratîka Kurdî li Sûriyê-Yekîtî û Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke hevbeş de, qala rewş û aloziyên dawiyê li Qamişlo û Hesekê kirin û diyar kirin, “ev yek dikare bibe egera karesateke mirovî” ew jî ji ber rewşa xirab a aborî û jiyana xelkê.

Herwiha her sê partî daxwaz dikin, Hikûmeta Sûriyê û HSD aram bin û bi “rihê berpirsyaretiya niştimanî û exlaqî” tevbigerin û nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, her sê partiyên Yekîtî, Pêşverû û Îradeya Gel, daxwaz ji hemû hêzên siyasî yên Sûriyê dikin ku erkên xwe pêk bînin û “li dijî tevliheviyê û bikaranîna çekan dengê xwe bilind bikin.”

Ew partî, daxwaz ji aliyên navdewletî û Şandiyê Navdewletî yê ji bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen jî dikin, ku li ser bingeha biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî lezê di çareserkirina siyasî ya krîza Sûriyê de bikin.