Nûnerê MSDê: Wê nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê xizmeta çareseriya pirsa Kurd a Rojavayê Kurdistanê bike!
PeyamaKurd – Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Almanyayê derbarê, hevdîtinên asayîbûnê yên navbera Tirkiye û rejîma Sûriyê de axivî û got, nêzîkbûna Enqere û Şamê wê di demeke ne dûr de bi awayekî stratejîk bikeve xizmeta çareserkirina pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Nûnerê MSDê yê li Almanyayê Dr. Rizgar Qasim, derbarê civînên asayîbûnê yên Enqere û Şamê de diyar kir ku bingeha hevdîtinan li ser jiholêrakirina Rêveberiya Xweser hatiye avakirin.
Qasim bal kişand ser ku hevpeymanîbûna Amerîka-Hevpeymaniya Navdewletî ligel Rojavayê Kurdistanê xwedî girîngiyeke stratejîk e û wê wisa bi hêsanî ji herêmê dernekevin.
Herwiha Qasim destnîşan kir: “Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka piştgiriyê nadin polîtîkaya Tirkiye û rejîma Sûriyê ya bo Rojavayê Kurdistanê. Lewra jî nêzîkbûna Enqere û Şamê, ji hêla stratejîk ve, hem jî di demeke ne dûr de, wê bikeve xizmeta çareserkirina krîza Sûriyê û pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”
Rizgar Qasim daye zanîn ku ew ne di wê baweriyê de ne ku planên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê li ser lihev kirine bi ser bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin