Nûnerê Sûriyê: Tirkiye di bin navê NATOyê de li Sûriyê dagirkeriyê dike
PeyamaKurd – Nûnerê Sûriyê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Besam El Sebax diyar kir; Tirkiye di bin navê NATOyê de, li Sûriyê dagirkeriyê dike û alaya welatê xwe li ser avahiyên bakur û rojavayê Sûriyê bilind kiriye û navê rê û cihên giştî guherandine û navên Osmanî li wan danîne û bernameya perwerdehiyê jî guherandine.
Besam El Sebax da zanîn: “Tirkiye alîkariya komên terorîst dike, li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagirkerî kiriye, ala Tirkiyê li ser ofîsên Sûriyê bilind kiriye û ji bo deveran parêzgar danîne û nav û navnîşanên avahî û rê û cihên giştî guherandine û navên serdema Osmanî danîne û bernameya perwerdehiyê guherandine.”
El Sebax destnîşan kir: “Elektrîka herêmê, bi tora elektrîka Tirkiyê ve girêdane, pereyên Tirkî li şûna pereyên Sûrî têne bikaranîn. Heyva Sor a Navdewletî û Sûrî guherandine û kirine Heyva Sor a Tirkiyê.”
Herwiha Nûnerê Sûriyê destnîşan kir: “Heta kengî Encûmena Asayîşê li hember van binpêkirinên Tirkiyê dê bêdeng bimîne, ku xwe di bin navê NATOyê de veşartiye û dagirkerî û binpêkirinan dike. Gelo dema wê yekê nehat ku welatên cîhanê bi siyaseta xwe de biçin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin