‘Sedemên muhtemel ên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê û encamên wê!’

30 August 2022 18:52 0 dîtin
‘Sedemên muhtemel ên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê û encamên wê!’

PeyamaKurd – Daxuyaniyên aliyê Tirkiyê yên derbarê nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re û ji nû ve asayîkirina pêwendiyan ligel rejîma Sûriyê, hîn jî di rojevê de cihê xwe digire.

Her çiqas piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên ‘lihevanîna opozîsyon û rejîmê’ bûn sedema protestoyan li gelek herêmên kontrola opozîsyonê jî Tirkiyê rêya dîyalogla bi Şamê re vekirî hiştiye.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî berevajî gotin û daxuyaniyên xwe yên berê yên derbarê ruxandina rejîma Esed de, çend roj berê got ku mijara vekirina rêya dîyalogê ne di çarçoveya têkdan yan jî têknedana Esed de ye.

Li ser vê mijara girîng ku Tirkiye ji sala 2011an destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê ve, destwerdanê dike û yek ji aktorên sereke ye li hûndir û derveyê Sûriyê, weşana Alicia Medina | Syria Direct analîzeke berfireh belav kir.

Di analîza ku PeymaKurd wergerandiye û sererast kiriye de, tê gotin, “Ev guhertina ku gihîştiye asta lihevkirina bi Esed re, wê demên pêş nîşan bide bê çi guhertin di pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de çêdibin”.

Sînorê Sûriyê bûye pirsgirêka jeopolîtîk!

Piştî şerê domdar ê Sûriyê, xeta sînor bûye pirsgirêkeke jeopolîtîk ku li bakurê rojhilat hêzên rûs û rejîmê hene. Herwiha hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê jî li ser wê xetê ne.

Dîsa Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ya girêdana wê bi El Qaîde re heye kontrola Idlibê di destê wê de ye û hêzên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî li herêmê hene.

Li aliyê din du herêmên bakurê rojava û bakurê rojhilat ên Sûriyê (Rojava) li derveyî kontrola Şamê ne ku statukoya wan hatiye asta ku wisa dewam neke.

Gelo di vê rewşê de, wê pozîsyona nû ya Erdogan li ser erdê guhertinekê pêk bîne?

Di hedefa Erdogan de çi heye?

Analîst di nav dubendiyekê de ne ku dihizirin; gelo hemleya Erdogan a nêzîkbûna bi Beşar Esed re guhertina polîtîkayekê ye, yan tenê ji bo penaberan e? Çimkî hilbijartinên Tirkiyê yên 2023yan nêzîk dibin û krîza aborî li Tirkiyê heye. Dîsa piraniya welatiyên Tirkiyê dixwazin penaberên Sûriyê vegerin.

Lêkolînerê Wefqa Ewropaya Helenîk û Polîtîkayên Derve Nicholas Danforth dibêje: “Erdogan beriya hilbijartinên 2023yan, dixwaza nîşan bide ku ew hewl dide penaberên sûrî vegerîne û polîtîkayeke vê yekê îspat bike pêk bîne.”

Lêkolîna Enstîtuya New Lines Stratejî ya Polîtîkayê Elizabeth Tsurkov jî dibêje: “Zehmet ev wek guhertina polîtîkayê were nirxandin. Pêwîste AKP plana xwe ya bo penaberan ji hilbijêran re eşkere bike û amadebûna xwe ya bo şandina wan bi awayekî helwesta dewletê ya fermî diyar bike.”

Erdogan demek dirêje, wekî hedef dixwest li nav erda Sûriyê ‘herêmeke ewle’ ava bike û penaberan bişîne wir, lê sala 2019an di dema operasyona bi navê Kaniya Aştiyê ya ser HSDê de, nekarî vê planê li gorî dixwaze pêk bîne.

Tsurkov li ser mijarê dibêje: “Daxuyaniyên Tirkiyê yên operasyona nû li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Îran û Rûsyayê ve hat redkirin û Erdogan neçar ma paşde gav bavêje.”

Li gorî lêkolînerê Navenda Rojhilata Navîn a Carnegie Armenak Tokmajyan, gotinên Çavuşoglu û Erdogan ji daxuyaniyên bo hilbijartinê wêdetir in.

“Berjewendiyên Esed û Erdogan ên li mijara Kurdan yek in”

Tokmajyan, daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyê yên beriya hilbijartinan wekî blof dinirxîne û diyar dike: “Tevî dijminatiya navbera Tirkiye û rejîma sûriyê jî berjewendiya herdu alîyan têkdana projeya Kurd a siyasî ye.”

Erdogan di demên dawî de, di polîtîkaya xwe ya bo Îmarat, Misir, Îsraîl û Erebistana Siûdî de guhertin kir ku lêkolîne Danforth vê wiha şîrove dike: “Erdogan bi giştî bi wan welatan re nêzîkbûna xwe îlan kir. Lê di dayîna tawîzên hêsankirina pêwendiyan de dudilî ye. Lewra cudahiyeke girîng a van welatan û nêzîkbûna bi Şamê re heye. Aştiya bi Esed re wê bibe sedema qutbûna têkiliyên bi Amerîkayê re û wê Amerîka jî ji niha şûnde wê pozîsyoneke gelekî cuda bistîne.”

“Hesabên navxweyî rojeva Erdogan diyar dikin”

Her gaveke ku Erdogan bo Sûriyê davêje, raveyeke wê ya siyaseta navxwe ya Tirkiyê heye. Dîrektora Enstîtuya Rojhilata Navîn a Lêkolînên Tirkiyê Gonul Tol dibêje: “Hêza sereke ya li pişt polîtîkaya Erdogan a Sûriyê, her tim hewldanên wî yên xwebîhêzkirina navxweyî bûne.”

Erdogan dema serhildana 2011an ku bû sedema şerê navxweyî li Sûriyê, banga îstifayê li Esed kiribû û herwiha piştevaniya hêzên milîs yên wekî Artêşa Azad a Sûriyê, Ahrar el-Şam û Feylaq el-Şam ên komên îslamî kir.

Gonul Tol dide zanîn ku Erdogan di navbera salên 2011-2015an de li Sûriyê piştevaniya hêzên îslamîst ên dijî Esed şer dikin kiriye.

Tol dibêje; Lê belê tevî piştevaniya partiyên îslamî jî partiya Erdogan di hilbijartinên 2015an de piraniya kursiyên parlamentoyê ji dest da û tam wê demê jî taktîka xwe guhert û bi neteweperstên Tirk re tifaq kir û sala 2018an sîstema seroktiyê anî Tirkiyê.

Niha Erdogan armancên xwe yên serekî yên li Sûriyê guhertine û li gorî Tol diyar dike, "Hilweşandina rejîma Esed, êdî ketiye paş armancên astengkirina destkeftiyên Kurdan li Sûriyê.”

 “Bêbandorkirina projeya Kurd”

Lêkolîner Danforth dide xuyakirin; “Beriya ku Esed û Erdogan destê hev bigirin, rêyeke dirêj heye. Ev nêzîkbûn ji Erdogan wêdetir, rejîma Sûriyê eleqedar dike. Pirsa bingehîn ew e ku gelo Esed ji daxwaziyên Erdogan re vekirî ye yan na?”

Rojeva Tirkiyê ya li Sûriyê bêbandorkirina projeya Kurd, vegerandina koçberên sûrî û pêşîgirtina koçberiya zêdetir a li ser sînorên Tirkiyê ye.

Lêkolîner Tsukov li ser hebûna hêzên Kurd li nav herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wiha dibêje: Ji bo rejîm bikare bi HSDê re şer bike, pêwîste xwediyê wê daxwazî û kapasîteyê be. Niha rejîm li herêmên HSD kontrol dike, gelekî lawaz e. Ti sedema ku li bendê bin, Tirkiye rê li ber pêkhateya Kurd a li bakurê Sûriyê bigire nîne.”

Çalakvanên Sûriyeyî jî dibêjin; “Rejîm nikare tiştekî zêde pêşkeşî Tirkiyê bike. Dikare ji bo çavdêriyê û pêkanîna êrîşên asmanî agahiyên YPGê bide, lê tiştekî zêdetir nikare bike.”

Gelo artêşa Sûriyê bi HSDê dikare?

Berjewendiyên Şam û Enqereyê li ser bêhezkirina hêza Kurdan digihin hevdu.

Lêkolîner Danforth dibêje: " Berjewendiya herdu aliyan jî tê de heye ku hêza YPGê bigihînin asta herî nizm, lê zehmet e li ser çawaniya wê li hev bikin. Çareseriya ku Tirkiye pêşkeş bike, wê ne wekî ya Esed be.”

Li aliyê din balkêş e ku Amerîka li hember sinyalên normalbûna pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê bêdeng ma. Li gorî analîstan, rêveberiya Joe Biden niha vê guhertina polîtîkaya Erdogan dişopîne bê ber bi ku de diçe û diyar e ji bo Biden Sûriye ne mijareke sereke ye.

Bakurê Rojavayê Sûriyê malevaniyê li 2,8 milyon koçberên navxwe yên Sûriyê dike. Pêleke nû ya koçberan jî senaryoyeke kabûsê ye ji bo Tirkiyê. Tokmajyan dibêje: “Çavkaniyên rejîmê yên ku van herêman ji nû ve bistîne û bi milyonan mirovan xwedî bike tune ye. Ji hêla siyasî û leşkerî ve jî nikare ewlehiyê dabîn bike.”

“Dibe ku Tirkiyê li Sûriyê xwe xistibe kemînê”

Nicholas Danforth dewamê de balê dikişîne ser hebûna Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê û vê nirxandinê dike:

“Tirkiye di rewşeke wiha de ye ku lîstika wê ya mezin a dawî tune ye. Herwiha HTŞ hîn jî li bakurê rojava (Idlib) bi serê xwe herêmeke mezin kontrol dike û ti niyeteke wê ya lihevkirinê jî nîne.

Zehmetiya herî mezin a li pêş Enqereyê ew e ku pêkhateyên piştevaniya wan dike, ji bo mizakereyan derxe sehayê ye.

Heger ev pêk neyê, wê komên milîsên Tirkiye piştevaniya wan dike, li pêşiya nêzîkbûna bi Şamê re wekî astengeke mezin bimînin.”


Alicia Medina | Syria Direct

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd