Nexseya Rêveberiyê ya Rojavayê Kurdistanê hate guhertin: 15 bajarên mezin û 40 bajarok
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di 30ê Avrêla 2024an de, di Meclîsa Gelan de pesend kiriye û bi vê yasayê re jî Nexşeya Rêveberî hatiye guhertin.
Di qanûnê de pênaseya kanton, bajar, bajarok, gund û mezrayan ji nû ve hatiye diyarkirin, hejmara van jîngehan hatiye ragihandin û têkiladîrî nexşeya rêveberî ya herêmê, gelek guherînên nû hatine kirin.
Hejmar û navên kantonan wekî ku di Hevpeymana Civakî de hatine diyarkirin, di qanûnê de hatiye bicihkirin û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Rojava) ji kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Firat, Minbic û Efrîn-Şehba pêk tê.
Jîngehên herêmê weke bajar, navçe, bajarok, gund û mezra dihatin pênasekirin. lê belê di qanûnê de pênaseya navçeyê hatiye rakirin, bajarê mezin hatiye zêdekirin ku di dabeşkirina nû de bajarên mezin hene, navçe tune ne.

15 bajarên mezin, bajar û bajarok
Li gorî qanûnê Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarokan hat dabeşkirin. Jiyangehên ku hejmara şêniyên wê di bin 100î de be, wekî mezra, ji 101 heta 5 hezaran weke gund, ji 5 hezaran heta 35 hezaran weke bajarok, ji 35 hezaran heta 200 hezaran weke bajar û ji 200 hezaran zêdetir jî weke bajarê mezin hatine pênasekirin.
Li kantona Cizîrê bajarên Qamişlo û Hesekê, li Kantona Reqayê bajarê Reqa, li Kantona Firatê bajarê Kobanê, li Kantona Minbicê bajarê Minbic û li Kantona Efrîn û Şehbayê jî Efrîn wekî bajarên mezin hatine pênasekirin.
Li gorî yasaya hatiye pesendkirin hejmara bajar û bajorakên Rojavayê Kurdistanê yên herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de wiha ye:
Kantona Cizîrê: 15 bajar, 40 bajarok,
Kantona Dêrezorê: 5 bajar, 21 bajarok
Kantona Reqayê: 3 bajar, 14 bajarok
Kantona Firatê: 5 bajar, 10 bajarok
Kantona Minbîcê: 2 bajar, 5 bajarok
Kantona Efrîn û Şehbayê: 7 bajar, 9 bajarok
Kantona Tebqayê: 3 bajar, 6 bajarok
Navên bajar û bajarokan:
Kantona Cizîrê:
BAJAR: Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Ebû Cirin, Amûdê, Hedadiyê, Şedadê, Ebdan, Til Temir, Mergede, Serêkaniyê, Dirbespiyê, Zirgan.
BAJAROK: Abrê, Kêşkê, Erûr, Mistefawiyê, Tenûriyê, Êndîwar, Girê Şêra, Xanaserê, Til Koçer, Hîlwe, Ebû Firi, Maşûq, Til Ehmed, Girê Fatê, Xirbet El Bîr, Çaxirbazar, Tobiz, Sinciq Sadûn, Til Beyder, Sefiya, Semîhan, Xerbî, Til El Hemdî, El Esêbix, Hol, Tiwênê, Um Hicêra, Buheyret, El Xatûniyê, Erîşa, Çiyayê Kizwan, Til Emîr, Til Kerem(Sêgir), Qêrewan, Xas, Girbawî, Ceza, Ukaz, Til Mecdel, Til Birak.
Kantona Dêrazorê
BAJAR: Kîsra, Cezrat, Siwer, Besîra, Hecîn.
BAJAROK: Seiwe, El Hermoşiye, Bisêtîn, Herêciye, Sebhe, Ebû Xeşeb, Muwêlih, Cinêniyê, El Kuber, Mihêmîdiyê, El-Hîsan, Cidêd Igêdat, Şihêl, Zîban, El-Teyane, El-Şeife, El-Kişkiyê, Ebû Hemam, Sose, Baxoz, Xeranîc.
Kantona Reqayê
BAJAR: Kerame, Hewes, Hezîme.
BAJAROK: Esediyê, El Ekrêşî, Ritle, Selhebiye, Gedîran, Hikumiye, Reqa Semra, Qehtaniye, Cidêdat, El-galta, Tişrîn, Merzaa El-Reşîd, Hemrat, Kîsrat.
Kantona Firatê
BAJAR: Sirîn, Qenaya, Qadiriye, Eyn Îsa, Girê Spî.
BAJAROK: Şêran, Til Xezal, Remale, Bênder, Çelebiye, Taşlûk, Curin, Hîşe, Silûk, Belek.
Kantona Minbicê
BAJAR: Ebû Qelqel, Muhtereq
BAJAROK: El-Heyyê, El-Farat, Til Hozan, Yasitî, Erîma.
Kantona Efrîn û Şehbeyê
BAJAR: Raco, Cindirêsê, Mabeta, Şera, Şiyê, Şehba, Til Rifet.
BAJAROK: Şêrawa, Meydankê, Meydana, Beidîna, Bilbilê, Ehrezê, Fafîn, Ehdas, Kefernaya.
Kantoya Tebqayê
BAJAR: Tebqa, Mensûra, Curniye
BAJAROK: Siwêdiyê, Sefsafe, Semsedîn, El-Bo Asî, Hemam, El-Mehmûdlî.
Li gorî benda 1 a madeya 4an a qanûna navborî, yekîneyên îdarî yên niştîngehan wê bi biryara meclîsên gelan ên kantonan nav li jiyangehan bikin, sînorên wan diyar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin