Li Rojavayê Kurdistanê du roj betlane hate ragihandin
PeyamaKurd – Rêvberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi minasebeta hatina sala nû du roj betlane ragihand,
Li gorî biryara Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya sersalê li herêmên di bin rêveberiya wan de, rojên Yekşem û Duşema bê betlane ne.
Di biryara haiye weşandin de hate gotin: “Bi boneya sersalê tevahî saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojên 31.12.2023 û 01.01.2024 di betlaneyê de ne. Tenê saziyên ku karê wan domdar e, nakin betlane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin