Rêya Rojavayê Kurdistanê û Singalê hate girtin!

14 August 2018 10:43 0 dîtin
Rêya Rojavayê Kurdistanê û Singalê hate girtin!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku rêyeke ne fermî ku di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şingalê de ji bo bazirgahiyê dihate bikaranîn, ji aliyê hukûmeta Iraqê ve hatiye girtin.

Rêya nêzîkî navçeya Xansorê ya Şingalê ku ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê dihate bikaranîn, bi talîmata hukûmeta Iraqê hate girtin.

Li gorî agahiyên çapemeniya Kurdî, girtina vê rêyê zerara malî dide herêma Şingalê. Ji ber ku piştî ev hat girtin, gelê Şingalê mecbûr dimîne ku bi herêma Kurdistanê û Mûsilê re ticaretê bike.

Esnafên Şingalê jî anîn zimên ku ji ber ku di navbera Şingal û Herêma Kurdistanê de hinek rê girtî ne, gelekî zehmetiyan dikişînin. Ji ber vê yekê divê berî gavekê ev rê were vekirin.